13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 14 Hezîran 2016
BEXDA
Li Felluceya girêdayî bajarê Enbara Iraqê operasyon dewam dikin ku navçe ji destê rêxistina terorê DAEŞê bê xilaskirin. Hat ragihandin ji Felluceyê 3 hezar û 708 malbatan koçî herêmên ewledar kir.
Berpirsyarê Enbarê yê Wezareta Koç û Koçberan yê Iraqê Mihemed Reşîd daxuyand ku roja ku operasyona xilaskirinê ya Felluceyê dest p^ekir vir ve ji Fellueceyê, ji nahîyeya Saklaviyê û gundan 3 hezar û 708 malbatan koçî herêmên biewlehî kir.
Ji van malbatan 3 hezar û 91 malbat li kampên Felluceyê, 443 malbat li kampên navçeya Siyahiyyeyê û yên mayîn jî li kampên nehîyeya Xalidiyeyê hatin bicihkirin.
Qaymeqamê Felluceyê Sadun Şalan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku rêvbiriya herêmî û saziyên taybet ji bo alîkariya malbatan dixebitin û wiha got: "Li kampên ku navçeyên Amîriyetu'l Felluce û Siyahiyyeyê av û ceyran tê dayîn. Zedetir penaber dikarin di van kampan de bimînin."
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) û Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) hefta borî daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin ku ji 50 hezarî zêdetir iraqî ji ber pevçûnan li Felluceyê asê mane û nikarin derkevin.
Artêşa Iraqê, hêzên Heşda Şabî yên ku ji milîsên şiî pêk tên û eşîrên sunî ji bo ku Felluceyê ji destê DAEŞê hildin di 23ê gulanê de operasyoneke hevpar dabûn destpêkirin.