Sabri Yıldırım
09 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2023
Li Mûşê zarokên ji ber germê aciz dibin, ji bo hênik bibin dikevin Çemê Çarê.
Li bajarê ku van rojên dawîn germahiya hewayê zêde bû, zarokên keysa xwe li tetîlbûna dibistanan anîn, xwe di Çemê Çarê yê li nêzîkî Taxa Kaleyê da hênik dikin.
Ji zarokan Abdulkerim Îrgin got ku di rojên dawîn da germahiya hewayê zêde bûye.
Îrgin diyar kir ku ew her roj di saetên diyar da dikevin çem û wiha got, "Em ji bo hênik bibin dikevin çem. Em heta berêvarê li vir dimînin. Em wextê xwe xweş derbas dikin."
Îbrahim Ozcan jî wiha axivî, "Em wextên xwe yên serbest bi soberiyê ra dinirxînin. Em tevî hevalên xwe kêfê dikin."