İlhami Erkılıç,Talha Koca
09 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2023
ERZURUM (AA) - Li Erziromê ji ber taviyê hin mal û kargeh û her wiha hin xaçerêyên bi pire di bin avê da man.
Li bajêr taviya ku bi navber dewam kir, tesîreke neyînî li jiyanê kir. Piştî taviya ku qedera nîv saetî dewam kir, hin mazxal xitimîn û kuçe û kolan di bin avê da man.
Ji ber teqalên avê, li hin derwazeyên binî û her wiha li ser hin kolanan veguhestin bo demeke kurt rawestiya.
Ekîbên zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin jî li ser rê û derwazeyên binî xebat dan destpêkirin û tedbîr sitandin.
Ekîbên polêsan jî li navenda bajêr xaçerêyên bi pire ji trafîqê ra girtin da ku wesayît di avê da nemînin.
Her wisa li Taxa Gezê, li Kolana Sala 50yemîn, Kolana Jêr a Mumcu, Kolana Saraybosnayê, Kolana Neweşxaneyan ji ber taviyê hin mal û kargeh di bin avê da man.
Li navçeya Yakutiyeyê Pira Aziziyeyê, derwazeya binî ya li ber Nexweşxaneya Bajêr, li navçeya Palandokenê Kuleyên Pengizînê, Xaçerêya Malên Spî û Kolana Mewlana bi temamî tijî av bûn û lewma ji bo demekê çûn û hatina wesayîtan hat rawestandin.
Li navçeya navendê Aziziyeyê jî hin mal û kargeh di bin avê da man.
Welatiyê li ser Pireya Hamidiyeyê mehsûr ma, derket ser otomobîlê û alîkarî xwest, ji hêla ekîbên îtfaiyeyê hat xilaskirin.