25 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2015
MUŞ
Li Vartoya navçeya Mûşê li nav baxçeyê mala Hevseroka Navçeyê ya HDPê Halîde Aktayê de 14 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin hatin dîtin,
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, ekîbên Fermandariya Cendirmeyan ya Bajêr û ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Bajêr operasyon kir. Di operasyonê da 14 teqemenî li hewşa mala Aktayê di bin erebeya destan da hatin dîtin.
Ji ber bûyerê Aktay û mêrê wê jî nav da 6 kes hatin binçavkirin.
Gumanbar ji bo îfadeyê birin Midûriya Emniyetê ya Navçeyê.
- Bi sûcê ku "endamên rêxistina terorê ne û alîkariyê didin rêxistinê" hatibû girtin
Hevseroka Navçeyê ya HDPê Aktay di 19ê îlonê da li Vartoyê di operasyona terorê da tevî mêrê xwe û kesekî din bi sûcê ku "endamên rêxistina terorê ne û alîkariyê didin rêxistinê" hatibûn girtin. Demek berê li ser îtirazê bi şertê ku li derva va were darizandin, serbest mabû.