26 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2015
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî sersaxî da malbata Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Fehmî Demir û partiyê.
Li gor daxuyaniya Serokatiya HKIyê Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got: "Ez bi xemgîniyeke mezin hîn bûm ku Serokê Giştî yê HAK-PARê Fehmî Demir di qezayekî de çûye li ber rehma Xwedê. Ji ber vê felaketê ez ji dil û can xemgîn bûm. Ez teziyeya xwe pêşkeşî malbata wî û camiaya HAK-PARê dikim. Ji Xwedê daxwaza min ew e ku ev bibe musîbeta dawîn. Xwedê wî bi cineta xwe bi şa bike û sebrê bide malbata wî."
Demir ji bo ku beşdarî bernameya partiya xwe ya ku ji hêla teşkîlata Mêrsînê ve wê bihata lidarxistin rê kêtibû ku here Mêrsînê. Demir li navçeya Tersûsê di qezaya trafîkê de miribû.