Ali Çelik
19 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2023
Li Qaqizmana navçeya Qersê berhevkirina mişmişan dest pê kir.
Mişmişên mezin û tehma wan xweş in li ser qadeke 5 hezar dekarî digihêjin.
Karkerên demsalî li baxçeyên mişmişan bi baldarî berên îsal berhev dikin.
Hantemur Olçerê xwediyê baxçeyê mişmişan got ew bendê ne ku îsal çandiniyeke zêde bikin û wiha axivî: "Armanca me ew e ku em îsal 80 ton mişmiş bişînin Rûsyayê. Em ji ber mişmişên Qaqizmanê kêfxweş in. Em difroşin îxracatvan û tucaran. Bihayê wê di navbera 25-35 lireyan da ye, pir bi qalîte ye."
Erdal Gunduz jî got çandiniya mişmişên li Îdirê temam bûye, ew niha li vir mişmişan berhev dikin.
Gunduz wiha axivî: "Me li Îdirê têra xwe berhev nekir, lê mişmişên li navçeya me rûyê me da kenîn. Îsal li Qaqizmanê hedefa me 100 ton e. Em ê îxracî Rûsyayê bikin. Înşallah li ser xêr be. Em ji Qaqizmanê mişmişan difroşin nav welêt û Rûsyayê."