İbrahim Atmaca
23 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
VAN
Ekîbên Şaredariya Îpekyoluyê ya Wanê ku Wezareta Karên Navxweyî cîgirê şaredar lê wezîfedar kir, li perava Gola Wanê 40 ton çop berhev kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji şaredariyê hat dayîn, çopên ku davêjin cewên Akkopru, Kîrman, Kurubaş û qanala Şamranê peravên Gola Wanê kirêj dikin.
Ekîbên Şaredariya Îpekyoluyê jî ji bo hawirdoreke paqijtir qeraxên Gola Wanê bê navber paqij dikin.
Di çarçoveya paqijiyê da li perava Îskeleyê bi 50 personelan va şirîta qerax kîlomêtreyek hat paqijkirin, nêzî 40 tonî çop xarfiyat hat berhevkirin.
Ekîbên şaredariyê welatiyên ku malên wan der û dora cewan in jî ziyaret dikin û wan agahdar dikin.