Cüneyt Çelik,Abdullah Söylemez,Günay Nuh
20 Sibat 2022•Rojanekirin: 21 Sibat 2022
Li Qers, Agirî û Erdexanê sir û sermayê bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Li navenda bajarê Qersê şembelîk bi baniyan va daliqîn, li ciyên avî yên qerimî jî werdekên serkesk li qût geriyan.
Li Agiriyê ji ber sir û sermayê camên mal û kargehan cemed girt.
Li navenda bajêr û li ciyên çem tê ra derbas dibin, mij derket û mijê tesîreke neyînî li veguhestinê kir.
Li rêyên ku mesafeya dîtinê daket, ajokaran far vêxistin û wisa hewl dan ku biçin.
Li Erdexanê jî ji ber sir û seqemê gol, çem û newal qismen qerimîn.