Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
31 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 01 Mijdar 2025
Berf, hewaya sar û qeşayê li Qersê bandor kir.
Berfa ku li deverên bilind barî hin gundan bi sipî kir. Li gundê Borlukê piştî barÎna berfê dîmenên xweş derketin holê.
Li navenda bajêr ji ber hewaya sar wesayît û nebat di bin qeşayê da man.
Li navçeya Sariqamîşê ku germahî bi şev daket di binê sifirê da 6 pileyî, camên wesayîtan cemid girt û nebat bi qeşayê hatine nixumandin. Hin niştecihan hewl dan wesayîtên xwe ji sermayê biparêzin û wan bi caw û xalîçeyan pêçandin.
Li herêma Acisuyê ku 5 kîlometre dûrî bajêr e, ava di çemên piçûk da cemid girtin. Çiyayên Sîpana Biçûk û û Koseyê ji berfê sipî bûn.
Heywandaran pez û dewarên xwe jî birin çêregehên ku ji ber qeşayê hatibûn pêçandin û lê çêrandin.