İbrahim Atmaca
05 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2020
Li Akyakaya navçeya Qersê piştî barana gur lehî rabû û li gundan bû sedema xesarê.
Li bajêr duh baranê dayê, bi navber dewam kir û li gundên Qerexan û Uçpinarê yên Akyakayê lehî rabû. 15 mih di lehiyê da çûn û xeniqîn.
Li gundan zevî û baxçe jî di binê avê da man û ekîbên Midûriya Herêma 24emîn a Karên Avê ya Dewletê û ekîba cendirmeyan dest bi tesbîtkirina xesarê kir.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr jî bi makîneyên kar va li gund xebat da destpêkirin.