Türkan Tosun
06 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê wê li gor demsalê be.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê kêm ewrayî be, dem demî jî wê perçe ewrayî be.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ji aliyê rojhilatê ba wê nîvqewî rabe.
Germahiya herî kêm li Erdexanê 8, li Qersê 10, li Agiriyê 13, li Erziromê 15, li Idîrê 18, li Erzinganê 19, li Tunceliyê 20 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin di nav rojê da germahiya herî zêde li Tunceliyê 36, li Îdir û Erzinganê 34, li Agiriyê 29, li Erziromê 28, li Qersê 27 û li Erdexanê jî wê 25 pile be.