Qers li Tirkiyeyê di xwedîkirina qazan de wek navend e. Li Qersê ji bo zivistanê amadekirin û paqijkirina goştê qazan dest pê kir.
Li navend, navçe û gundên Qersê qaz tên xwedîkirin. Qaz dema ku berfê dixwe goştê qazê bi tehm dibe. Ji ber vê jî li Qersê ji bo zivistanê amadekirin û paqijkirina qazan dest pê kir.
Li gundê Karahamzaya navçeya Selîmê jî ji bo zivistanê amadekirin û paqijkirina qazan dest pê kir.
Zulfet Altuna ku qazan xwedî dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îsal goştê qazan baş bû û goştê qazan eleqeyeke mezin dibîne.
Altunê destnîşan kir ku xwediyên otêlan jî eleqeyeke mezin nîşanî goştê qazan didin û wiha got: "Zivistanê di otêlan de herî zêde goştê qazan tê xwarin. Turîstên biyanî û xwemalî jî eleqe nîşan didin. Min îsal 100 qaz xwedî kir. Li gor mezinbûnê qazekê di navbera 100 û 125 lîreyî de difroşim."
Altunê got ku qaz piştî berfa ewil û cemeda dikeve dixwin em serjê dikin û pûrt dikin û wiha dewam kir: "Jin tên bal hev û li bexçe di sitîlan de avê dikelînin. Piştî em qazan pûrt dikin, ji bo ku baş paqij bibe em li ser agir dikizirînin. Paşê em zikê qazan paqij dikin. Em qazên paqijkirî didin ser hev û rojekê didin sekinandin. Paşê jî em qazan xwê dikin û ji bo ziwa bibin didin ber tavê. Goştê qazan 10 roj li ber tavê dimînin û hişk dibin û bi vî awayî ji bo xwarinê amade dibin."
- "Em dixwazin xwedîkirina qazan bibe sektor"
Midûrê Bajêr ê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Huseyîn Duzgun got ku li bajêr xwedîkirina qazan ciyeke girîng digire û her ku diçe jî zêde dibe û wiha axivî: "Li Qersê salê 250 hezar qaz tên xwedîkirin. Ji vê rêjeyê 240 hezar ji bo xwarinê tên serjêkirin. Em dixwazin xwedîkirina qazan bibe sektor û jin di vî karî de cî bigin."
Duzgun destnîşan kir ku wê alîkariyê bidin kesên ku di vî warî de projeyan amade bikin.