İsmail Kaplan
17 Îlon 2021•Rojanekirin: 18 Îlon 2021
Babelîska ku li Qersê rabû, bi kamerayan hat kişandin.
Li bajêr bi navber baran barî û li nêzî gundê Borlukê babelîsk rabû.
Babelîskê nêzî 20 deqîqeyî ajot û li dora gund geriya û paşê winda bû.
Welatiyan bi têlefona xwe ya destan dîmenên babelîskê kişand.