Hüseyin Demirci
18 Adar 2026•Rojanekirin: 18 Adar 2026
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ekîb berf û qeşaya ku li navenda navçeyê bi makîneyên kar va dibin dervayî bajêr.
Li navçeyê berfa ku dem demî dibare ji mêtroyekê derbas bû.
Li ser banê xaniyan şembelûkên dirêj çêbûn.
Ji ber berfê di hatin û çûyînê da jî tengasî çêdibe.
Ekîbên Midûriyeta Karên Fenê ya Şaredariya Sariqamîşê bi 2 qreyder, 3 kepçe û 4 kamyonan va xebatên paqijkirina berfê dikin.
Ekîb berfa li ser kuçe û kolanan li kamyonan bar dike û dibe dervayî bajêr.