04 Sibat 2017•Rojanekirin: 05 Sibat 2017
KARS
Li Qaqizmana navçeya Qersê tîmên tenduristiyê pitikeke 6 mehî û zarokekî 2 salî yên nexweş ên ku li gund mehsûr man, birin nexweşxaneyê.
Li herêma rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê rêya gundê Çengilliya navçeya Qaqizmanê hat girtin û herwiha xizmên Yakup Doganê 6 mehî û Harun Kalkanê 2 salî yên ku nexweş ketin, tîmên tenduristiyê ji rewşê agahdar kirin.
Li ser gazî û daxwaza alîkariyê û piştî xebata ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê, peywirdarên Navenda Komûtayê ya 112 Bilezê û Ekîba Rizgarkirina Medîkal a Neteweyî (UMKE) gihîştin gund.
Di operasyona xilaskirina nexweşan da, ku tirimbêlên berfê yên UMKEyê jî hatin emilandin, midaxaleya ewil li gund hat kirin. Piştre ekîban nexweş bi tirimbêlên berfê va anîn cem ambulansê.
Tîmên tenduristiyê piştî 6 saet xebatê Dogan û Kalkan gihandin Nexweşxaneya Dewletê ya Qaqizmanê.