Hüseyin Demirci
12 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2023
KARS (AA) - Li Sariqamîşa navçeya Qersê zarok li ser berfê şiqitîn, bi gogên berfê va şa bûn.
Li navçeyê ji ber berfê her der çîlspî bû.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibîltepeyê sitûriya berfê gihîşt 55 santêman.
Zarokên hatin navendê li herêma ku otêl lê hene guh nedan sermayê û kêfa berfê derxistin.
Ji zarokan Belînay Bakira bi berfê şabû ji nûçegihanê AAyê ra wiha got: "Çawa ku berf barî me xizangên xwe derxistin û em li ser berfê şiqitîn. Em benda we ne, hûn jî werin."
Hin zarokan jî li baxçeyê dibistanê berfemêr çêkir û bi gogên berfê va lîstin.