Sabri Yıldırım
22 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2023
Li qursên ku Şaredariya Mûşê vekiriye 600 kes tên perwerdekirin.
Di daxuyaniya şaredariyê da hat diyarkirin ku li taxên Sutluce (Sapnê), Baglar (Çirîs), Guzeltepe (Aşmanûk) û Sarayê li Malên Zanistê ji bo jin û zarokan 46 qurs vekirine.
Şaredarê Mûşê Feyat Asya destnîşan kir li qursên li 9 Malên Zanistê 600 jin û zarok tên perwerdekirin.
Ji qursiyeran Buket Masatê diyar kir ji ber hebûna Malên Zanistê kêfxweş in û got ku em li qursan him pewerdeyê dibînin û him jî hevalên nû nas dikin.