Sayim Harmancı,Yılmaz Kazandıoğlu,Şener Toktaş,İbrahim Yaldız
24 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2023
Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê berf û bagerê rêya 472 cî û waran girt.
Li Wanê duh piştî baranê êvarê berfê dayê.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, ji ber rewşa hewayê di çûyîn û hatinê da tengasî çêbû, berf û bagerê rêya 272 cî û waran girt.
Ekîbên berfê yên şaredariyê ji bo vekirina rêyên tax û mezreyan xebat da destpêkirin.
Li ser kolan û rêyên navenda bajêr xebatên paqijkirina berfê tên kirin.
- Hekarî
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, berf û bagerê rêya 32 gund û 112 mezreyan girt.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomîne.
Ekîbên şaredarî û rêbejan jî berfa kolanên sereke û rêyan vedirojin.
- Bidlîs/Mûş
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Bidlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku berfê rêya 15 gundan girt.
Kurtkan diyar kir, ji bo vekirina rêyan ekîb dixebitin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur jî diyar kir, berfê rêyên 41 gundên Mûş û navçeyên wê girtin.
Yentur got ku ji bo welatî mexdûr nebin, ew ê di demeke kin da rêyan vekin, ji bo rewşên acil ekîb amade ne.