Türkan Tosun
16 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tê texmînkirin ku baran bibare û bayekî xurt çêbibe.
Li gor agahiya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li giştiyê herêmê îro hewa wê pir ewravî be, hin caran baraneke gur wê bibare û hin caran jî birûsk wê çêbibe.
Germahiya hewayê wê li gor demsalê normal be. Ji hêla rojava û başûrê rojava hin caran kêm û hin caran jî xurt wê ba bê.
Li herêmê germahiya hewayê ya herî kêm bişev li Îdîrê 12 pile, li Erzinganê 9 pile, li Erdêxanê 6 pile, li Erziromê 5 pile, li Agiriyê 4 pile û li Qersê 3 pile hat pîvan.
Germahiya hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 24 pile, li Erzinganê 21 pile, li Agiriyê 19 pile, li Erziromê 17 pile, li Qersê 16 pile û li Erdêxanê jî 14 pile tê texmînkirin.