Fatih Gazioğlu
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
ERZURUM
Li Qers, Erzirom û Erdexanê di meha nîsanê berf barî.
Li Qersê welatiyên ku ku xwestin serê sibê herin karên xwe rastî berfê hatin. Welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Daristana Sariçamê ya ku li bajêr cihê herî bilind e û Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê bi berfê xemilî.
Ji welatiyan Cengîz Îşçî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku her dem mimkun e ku li Sariqamîşê berf bibare û wiha axixîv: "Li Sariqamîşê hin caran di meha hezîranê de jî berf dibare. Ji ber vê yekê barîna berfê ya di meha nîsanê de me qet şaş û metel nahêle."
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf barî û herî zêde li ser Çildirê tesîr kir. Ji ber barîna berfê li navçeya Çildirê dîmenên zivistanê derketin holê.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriyeta Meteorolojiya Erdexanê hat dayîn, barîna berfê wê heta evarê dewam bike.
- Erzirom
Li Erziroê duh şev ewil baranê lê kir û piştî demeke din vegeriya berfê.
Li bajêr heta serê sibê barîna berfê dewam kir. Cihên bilind, wesayît, dar û giyayên herêmê bi berfê xemîlin
Rayedaran ji ber cemedê cotkar hişyar kirin ku baldar bin. Li Qers û Erdexanê barîna berfê hê dewam dike.