İbrahim Atmaca
05 Tebax 2020•Rojanekirin: 06 Tebax 2020
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî derbas bibe.
Bişev germa hewayê ya herî kêm li Erdexan û Qersê 6, li Agiriyê 12, li Erziromê 15, li Îdirê 17, li Erzincanê 18 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê li Erziromê 35, li Îdir û Agiriyê 31, li Erziromê 29, li Qersê 26, li Erdexanê 25 pile tê payîn.