Gundê Guzeldereya ser Vartoya navçeya Mûşê 35 kîlometre ji navçeyê dûr e. Di mehên havînê de hejmara kesên ku lê dijîn zêde dibe û hejmara wan ji 250 kesî derbas dibe. Lê di demsala zivistanê de sir û seqem li vî gundî gelekî zêde ye. Germahiya hewayê di bin sifirê de 25 pîle ye. Li gundê Guzelderêyê zivistanê bi tenê 15 kes dimînin û ji gundê xwe dûr nakevin.
Li gund nêzî 50 mal hene, xwadiyên wan havînê tên û beriya sermayê jî diçin bal xizmên xwe yên li nav welêt. Hin ji wan jî diçin bal xizmên xwe yên li Ewropayê dijîn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji şêniyên gund ber hev kir ev rewş her sal dubare dike.
Ew 15 kesên ku zivistanê li vî gundî dimînin him wek nobedarê gundê xwe ne û him jî ji ber ku heywanan xwedî dikin ji warê bav û kalên xwe dûr nakevin. Piraniya wan kal û pîr in, zarokên wan li bajarên wek Stenbol, Îzmir û gelek bajarên din dimînin lê ew xwe ji gundê xwe nadin alî.
Beyalî Firatê ku tevlî jina xwe li gund dimîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku havînê gundê wan gelek qelebalix dibe lê zivistanê ji ber sir û seqemê hemû koç dikin, ew jî ji ber ku heywan xwedî dikin naçin.
Ji gundiyan Dogan Firat jî destnîşan kir ku 11 zarokên wî hene, hemû zewicîne û her yek ji wan li bajarekî rûdinê lê ew û jina xwe li gund dimînin.