Türkan Tosun
01 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
ERZURUM
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê baranê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê tê texmînkirin hewayê ewravî be û piştî nîvro baraneke gur wê bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê normal be û hin caran wê bayê çêbibe.
Li herêmê germahiya herî kêm a hewayê li Erzirom û Erdexanê 5 pile, li Qersê 4 pile, li Agiriyê 6 pile, li Îdirê 11 pile, li Erzingan û Tunceliyê 9 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê li Erzirom û Qersê 19 pile, li Agiriyê 22 pile, li Îdir û Tunceliyê 26 pile, li Erzinganê 24 pile, li Erdexanê jî wê 15 pile be.