İbrahim Atmaca
02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
ERZINCAN
Çiyayê Munzurê ku li Erzinganê li ser sînorê Tunceliyê ye û 3 hezar û 463 metre bilind e, bi berfa salê ya ewil va xemilî
Li Erzinganê ji ber serma hewayê û baranê li cihên bilind berf barî.
Berfa ku li ser Çiyayê Munzurê barî, li nav bajêr û li navçeya Uzumluyê tê xuyanê.
Ji welatiyan Samet Yenîçerî ji nûçegihanê AAyê ra axivî û got ku berfa salê ya ewil barî û wiha dewam kir:
"Di meha îlonê da hewa tav û germ bû, lê ji îro pê va hewa êdî sar e. Bi şev baran barî, em serê sibehê rabûn me dî ku li ser Çiyayê Munzurê berfa ewil bariye."