İbrahim Atmaca
06 Tebax 2020•Rojanekirin: 06 Tebax 2020
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li gor texmînê li herêmê hewa wê ewrsayî û sayî be, paşê ewr wê çêbin.
Germa hewayê li gor şert û mercên demsalê tê payîn.
Bişev germa hewayê ya herî kêm li Qersê 6, li Erdexanê 7, li Agiriyê 10, li Erziromê 12, li Erzincanê 16, li Îdirê 17 hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê li Erzincanê 36, li Îdirê 32, li Agiriyê 30, li Erziromê 29, li Qersê 26, li Erdexanê 25 pile tê payîn.