Haydar Şahin
01 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2019
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ew ê li gor ya demsalê zêde bibe.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê, tê texmînkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û sayî be.
Li bendê ne ku li herêmê ba ji aliyê bakur ra rabe û carcaran gurr bibe.
Bi şev germahiya hewayê li Qers û Erdexanê 1, li Agiriyê 4, li Erziromê 5, li Erzincanê 6 û li Îdirê jî 9 pile be.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Îdirê 30, li Erzincanê 28, li Agiriyê 25, li Erzirom û Qersê 23, li Erdexanê jî 21 pile be.