Önder Beyter
30 Îlon 2019•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2019
Li Yayladagiya navçeya Hatayê şêraniya bi navê "kef" ku ji dimsê tiriyên ku li ser kuçikê êzingan tê kelandin çêdibe, sedan sal e sifreyan dixemilîne.
Li Yayladagiyê welatî, şêraniya kefê ku ji bav û kalên xwe hîn bûne, çêdikin.
Her sal payîzê tiriyên ku di telîsan da tên berhevkirin, di kortên ji kevir an jî texte da tên arçiqandin. Welatî sapokan pê dikin û wisa tiriyan diarçiqînin.
Ava ku ji van tiriyan tê guvaştin, ji bo ku dapale, qederekê disekinînin û dû ra dikin qazanên paxir û li ser kuçikê êzingan dikelînin. Ava tiriyan a kelandî, vê carê jî ji bo ku sar bibe qederekê radiwestînin û dû ra bi kemçeyan bilind vala dikin ku kefê derxe.
- Ji belgê hêjîrê kevçî
Dû ra kefa li ser dims digirin û dikin teyfikan. Welatiyên ku wer bawer dikin ku bi kevçiyên metal tamê nayê hildan, ji belgê hêjîrê kevçiyan çêdikin û pê vê şêraniyê dixwin.
Ava tiriyan a dapalandî jî qedereke din jî vedipesire û dû ra wekî dims dixwin.
Guzide Ugraşa 72 salî ku li Taxa Çabalayê rûdinê, diyar kir ku piştî ew dims ji ser kuçik datînin, ew bi kemçeyê avê hildiçinin da ku kef jê çêbe.
Ugraşê bal kişand ku ev sedan sal in ew bi rêbazên xwezayî dims digirin û wiha dewam kir:
"Nifşa nû ji vê tamê zêde haydar nîne. Berê şêranî tunebû. Em bi salan e van mehan dims çêdikin û şêraniya kefê dixwin. Xelê taxê û nas tên xwarina şêraniyê. Herwiha em îkramî mêvanan jî dikin. Kevçî nayê emilandin. Ji ber ku pê va dizeliqe. Şûna wê, em bi belgên xurme, hêjîr an jî tutan dixwin. Em vî edetê ku ji bav û kalan ji me ra maye, fêrî zarokên xwe dikin da ku nemire."