Türkan Tosun
22 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2017
ERZURUM
Hat ragihandin li herêma Rojhilatê Anadoluyê hewa wê bi mij û moran be û qeşayê çêbibe.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li giştiyê herêmê germahiya hewayê wê li gor asta demsalê be.
Tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê kêm ewrabî û sayî be. Serê sibê û şev qeşa, mij û moran wê çêbibe.
Ba wê ji aliyê bakur va bê û li herêmê germahiya hewayê herî kêm li Tunceliyê wê 4 pile, li Îdir û Erzînganê 3 pile, li Erziromê sifir, Li Qers, Erdexan û Agiriyê jî di bin sifirê de 3 pile be.
Bi roj germahiya hewayê herî zêde wê li Tunceliyê 23 pile, li Îdir û Erzinganê 21 pile, li Qers û Agiriyê 18 pile, li Erziromê 16 pile û li Erdexanê jî 15 pile be.