Önder Beyter
23 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2017
ERZURUM
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê pileya herî nizim a germahiya hewayê li Qersê di binê sifirê da 3 pile hat pîvan.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê germahiya hewayê wê di asta pileyên asayî yên demsalê da be.
Li herêmê tê pêşbînîkirin ku hewayê sayî û nîvsayî be û herwiha ba jî wê ji hêla başûr û rojavayê başûr nerm û car caran jî nîvqewî rabe.
Li herêmê pileya herî nizim a germahiyê li Îdirê 5, li Tunceliyê 4, li Erzinganê 3, li Erdêxanê 2, li Erzirom û Agiriyê sifir, li Qersê jî di bin sifirê da 3 pile hat pîvan.
Pileya herî bilind a germahiyê jî wê li Tunceliyê 24, li Erzinganê 23, li Îdirê 22, li Agiriyê 19, li Qersê 17, li Erziromê 16 û herwiha li Erdêxanê jî 15 pile be.