İbrahim Atmaca
18 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê germa hewayê ya herî kêm di bin sifirê da bi 13 pileyî va li Erdêxanê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, li giştiyê herêmê hewa wê ewrsayî derbas bibe.
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm di bin sifrê da li Erdêxanê 13, li Qersê 12, li Agiriyê 7, li Îdirê 4, li Erziromê 2 û li Erzinganê sifir pile hat pîvan.
Li gor texmînê nava rojê germa hewayê ya herî zêde wê li Îdir û Erzincanê 8, li Erziromê 3, li Qersê pileyek, di bin sifirê da li Agirî û Erdêxanê 3 pile be.
Li herêmê dibe ku qerm û qeşa çêbibe û ji bo vê divê welatî baldar bin.
- Rêya Erdêxan û Ardanuçê hat girtin
Li Erdexanê her zivistan rêya Erdêxan û Ardanuçê tê girtin û îsal jî dîsa ji bo 5 mehan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.