İbrahim Atmaca
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
MUŞ
Fabirqeya Şekir a Mûşê ji 420 hezar ton silqan 379 hezar ton xebitand.
Ji bo kirîna silqan kampanyaya ku di 25ê îlonê da dest pê kiribû, kuta bû.
Serokê Şaxa Mûşê ya Sendîkaya-Kar a Şekir Maşallah Demir daxuyanî da û got ku wan heyameke kampanyayê ya serkeftî û xêr û ber derbas kir.
Demir destnîşan kir ku kampanyaya hildana silqan 85 rojan dewam kir û li 3 hezar û 986 cotkarên silqan ên 71 gundan li ser 92 dekaran silq danî û wiha dewam kir:
"Fabirqeya me 379 hezar ton silq xebitandin û jê 43 hezar ton şekirê krîstal, 12 hezar û 329 ton melas û 90 hezar ton kuspeya şil çêkir. Me 70 hezar ton pincar jî şand Fabirqeya Şekir a Giran. Me îsal bi 194 karkerên berwext û 202 karkerên biqadro va tetîla hefteyê nekir, karê xwe baş kir û ji sedî 100 kapîsîte va me kampanyayeke serkeftî derbas kir."
Demir diyar kir, ji ber ku îsal hewa germ derbas bû, cotkaran pincara xwe teslîmî fabirqeyê kir, di kampanyaya silqan a 2018-2019an da hedefa kotayê nêzî 600 hezar tonî ye.