30 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2016
VAN
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê barîna berfê di jiyana welatiyan da tengasiyan derdixe.
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir ku ji ber berf û bagerê rêya 6 gundên navend û navçeyan hatiye girtin.
Kurtkan destnîşan kir ku ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî bênavber xebatên xwe didomînin, ekîbên rewşa acil her tim amade ne.
Kurtkan ji welatiyan xwest ku bira îxbarên bêesl nekin.
Midûrê Meteorolojiya Bidlîsê Rasîm Saraç jî got ji ber ku germahiya hewayê dadikeve bira welatî ji bo cemedê baldar bin.
Ekîbên rêbejê û şaredariyê li navenda bajêr kuçe û kolanan ji berfê paqij dikin.
- Li Mûşê rêya 8 gundan hat girtin
Ekîbên Îdareya Taybet a Mûşê rêya di navbera Dêrxas û Mûtkiyê da ku carna qalindiya berfê 2 mêtro ye, paqij dikin.
Şeyhmus Yenturkê Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji ber ku berf zehf e ekîb zor û zehmetiyê dikşînin.
Yenturk diyar kir ku rêya 8 gundan girtî ye û got ku li tevahiya bajêr 50 makîneyan kar û 85 personel dixebitin.
- Roviyên birçî berjêrî nava gund bûn
Di vê navberê da li Mûşê ji ber sir, serma, berf û bagerê roviyên ku birçî man, berjêrî nava gund bûn. Li bajêr ev demek e berf dibare û li hin deveran qalindahiya berfê ji mêtroyekî bihurî.
Ji ber berf û sermayê rovî û hin ajalên kovî ku li çiyê tiştekî xwarinê peyda nekirin, berjêrî nava gund bûn û li xwarinê geriyan.
Roviyan li nêzîkî gundan hin tiştnên xwarinê peyda kirin, zikê xwe têr kirin û paşê vegeriyan.