Önder Beyter
15 Hezîran 2020•Rojanekirin: 15 Hezîran 2020
Hat ragihandin tê texmînkirin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li Erzirom, Agirî, Îdir û Erdexanê taviya bibirqetav dê were.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa ewrayî û perçe ewrayî be.
Herwiha tê pêşbînîkirin li bakurê Erziromê, Agirî, Îdir û Erdexanê ji danê nîvro şûnda heya ber êvarê tavî û taviya bibirqetav were.
Li herêmê germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji milê başûr nerm, car caran jî nîveqewî be.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Qersê 4, li Erdexan û Erziromê 5, li Agiriyê 7, li Erzinganê 10 û li Îdirê jî 17 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdirê 30, li Qers, Agirî û Erdexanê 25 û li Erziromê jî 24 pile be.