Önder Beyter
14 Hezîran 2020•Rojanekirin: 25 Hezîran 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê koçer di dema hilgirê da derketin zozanan û konên xwe yên reş danîn.
Zozanên li bajarên Agirî û Îdirê ku beşeke mezin a pêwîstiya pez û dewar a Tirkiyeyê dabîn dikin, bi koçerên ku debara xwe bi heywandariyê dikin şên bûn.
Li bajarê Agiriyê ku zivistana wê dijwar derbas dibe, zozanên Sînek û Derecekê ên li navçeya Taşliçayê di serî da, zozanên li herêmê koçerên ku li Îdir û Dogubazîdê dimînin û derbasiya xwe bi heywandariyê dikin, diezimînin.
Îsal ji ber şilî şilopeyan û ji ber ku dinya dereng germ bû, koçer li gorî salên çûyî hinekî dereng derketin zozanan. Koçer ligel malbat û bi hezaran serî pezê xwe piştî rêwîtiyeke dijwar derketin zozanan ku dê qedera 3 mehên xwe lê derbas bikin.
Koçer Bekir Oz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di 76 sal emrê xwe da wî 65 salên xwe li zozanan derbas kirin û lewma jî wî di nava xwezayê da jiyaneke tendurist derbas kir.
Oz bal kişand ku jiyana koçeriyê, bi qasî ku dijwar e, ewqas jî xweş e û wiha dewam kir, "Em 6 roj berê hatin zozan. Ev der ciyê me ye. Herwiha em ê 2-3 meh şûnda vegerin gund dîsa. Pez û dewarê me heye, em wan didoşin. Tiştekî me yê têkildarî teknolojiyê tuneye. Ji bo xeberdana têlefonê jî em dertên ciyên bilind."
- Zozanên bi 2 hezar raqimî yên li Çiyayê Agiriyê jî hemza xwe ji koçeran ra vekirin
Li Îdirê jî koçerên ku hersal konên xwe li pêşa Çiyayê Agiriyê vedigirin, îsal jî derketin zozan û sezona ku dê 3 meh biajo dan destpêkirin.
Li bajarê ku qedera milyonek û 400 serî pez û 160 hezar serî dewar lê hene, heywandar derketin zozanên li Çiyayê Agiriyê yên wekî Korxan, Serdarbulax, Bilîcan û Gewroyê û heywanên xwe berdidin çêre.
Koçer Îsa Bozkurt diyar kir ku hersal ew havînê derdikevin Çiyayê Agiriyê, ber bi payîzê jî berjêrî Deşta Îdirê dibin.
Bozkurt bal kişand ku yekane deriyê wan ê debarê, heywandarî ye û wiha dewam kir, "Çawa ku bav û kalên me derketine zozanan û heywandarî kirine, em jî mîna wan derdikevin zozanan û pez xwedî dikin."