Haydar Şahin
01 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Hezîran 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bendê ne ku germahiya hewayê qasî 2-4 pileyan dakeve.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, ewrê têxin gurînî û carcaran baranê bibare.
Li herêma ku germahiya hewayê ew ê di navbera 2-4 pileyan da dakeve bayê rabe û dibe ku carcaran guj bibe.
Bi şev germahiya hewayê li Qersê 2, li Agiriyê 5, li Erdexanê û Erziromê 6, li Tûncelî û Ezirganê 10, li Îdirê 14 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdir û Tûnceliyê 23, li Ezirganê 22, li Qers û Agiriyê 19, li Erdexanê 18 û li Erziromê jî 17 pile be.