27 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2016
ERZURUM / BÎTLÎS
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ya herî kêm duh bişev di bin sifirê de bi 40 pîleyî ve li Goleya navçeya Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Miduriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê hat hildan germahiya hewayê ya herî kêm li Goleya navçeya Erdexanê di bin sifirê de bi 40, li Erdexanê di bin sifirê de 31, li Erdexan û Erzincanê di bin sifirê de 30, li Erziromê di bin sifirê de 27, li Tûnceliyê di din sifirê de 16 û li Îdirê jî di bin sifirê de 11 pîleyî ve hat pîvandin.
Li herêmê milên derî, pace û qefleyên mal û dikanan jî qerisîn û gelek kes jî ji bo ku wesayitên wan neqerisin ser motora erebeya xwe bi betaniyeyê ve nixûmandin.
Ji ber ku hewa pir sar bû sifîrnekên xaniyan jî cembelîkên qirase girtin, hewzên sûsê û şadirvanên li wan deran jî cemed girtin.
Hat ragihandin ku germahiya hewayê wê bi qasî 4 û 6 pîleyan dakeve û sir û seqem wê zêdetir bibe. Ji rayedar û welatiyan hat xwestin ku bila li hemberî cemed, qerisandin û cihên pal ên ku talûkeya aşîtê lê heye bi tewdîr bin.
Li Bedlîsê ji ber barîna berfê xaniyên yekqat di bin berfê da man
Li bajêr xaniyên yekqat ên li taxa Husrevpaşayê ji ber berf û bagerê êdî xuya nabin. Welatiyên li bajêr berfa li ber xaniyên xwe bi bêran paqij dikin.
Şakir Selçukê ku li taxê dijî destnîşan kir ku bi bêrê berfa li ber xanî paqij dike û wiha got: "Nêzî 2 mêtro berf li erdê heye. Li Bedlîsê ji ber berfê heyat zor û zehmet dibe."