Önder Beyter
29 Gulan 2019•Rojanekirin: 04 Hezîran 2019
Li Qers û Erdexanê ku deverên herî bilind ên Tirkiyeyê ne kulîlkên ku vekirin, li deverên dîrokî û turîstîk dîmenên newaze derxistin holê.
Piştî zivistana ku dirêj kişand, bihar hat û li bajêr kulîlkên reng bi reng vekirin. Bi taybetî li kulîlkên ku li pêşa Keleha Qersê û dewrûberê vekirin, dever xemilandin.

Welatiyan jî bi wênegir û têlefonên xwe yên mobîl li bajêr di "studyoya siruştê" da ji xwe ra wêne kişandin.
Wênegirê amator Omer Can Ari di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di werzê biharê da kulîlkên ku bi taybetî li deverên dîrokî vedikin, xeml û xêzeke pir newaze didin derdorê û wiha dewam kir, "Ez hatim parqa li biniya Keleha Qersê da ku wêneyên xweşik û sipehî bikişînim."

- Erdexan
Li bajarê Erdexanê ku li Tirkiyeyê zivistana wê gelekî dijwar derbas dibe, kulîlkên ku li navçeya Goleyê vekirin, navenda navçeyê û bi taybetî jî Deşta Goleyê xemilandin.
Xelkê herêmê yên ku ji vê rewşê gelekî xweş in jî tên û ji xwe wêneyan dikişînin.