Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bişev hewaya herî sar di bin sifirê da bi 12 pileyan va li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin sitandin, herêma ku di bin tesîra hulmegura nimiz a Îzlandayê û Besrayê de ye hewayê cî ciyan biperçe û cî ciyan jî zehf ewrayî be.
Tê hêvîkirin ku dê serê sibehê li Erzirom û Erzînganê berf û şilopeyê bibare û dû re piştî nîvroyê jî dê ligel berf û şilopeyê baran jî bibare.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Wan, Hekarî, Îdir, Mûş û Erzînganê sifir û li Erdexanê di bin sifirê da 12, li Qersê di bin sifirê da 2, li Erzirom di bin sifirê de 5, li Bidlîsê di bin sifirê de 4 û li Agiriyê di bin sifirê da 3 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 12, li Ezircan û Hekariyê 4, li Wanê 5, li Mûşê 2, li Erzirom û Qersê 1, Agirî û Bidlîsê sifir û li Erdexanê jî di bin sifirê de 3 pile be.
Qalindahiya berfê li Bidlîsê 103, li Agiriyê 30, li Mûşê 20, li Erziromê 17, li Wanê 3, li Erdexanê 6, li Qersê 4, li Hekariyê 1, li Palandokena navenda xweşiqitandinê 90, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 102, li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê 140 santêm hat pîvandin.
Rayedaran ji bo cemed, mij û aşîtê hişyarî da welatiyan ku bira baldar bin.