Malbatên şehîdan ên li Mûşê, hevdîtina li dolmabahçeyê ya ku wir banga çekdanîna PKKyê hat kirin, ji bo pêkanîna aştiya mayînde wek pêngaveke girîng nirxandin.
Bavê leşkerê peyade Mehmet Aktaşê ku di sala 2000î de li Hozata navçeya Tûnceliyê di pevçûnê de şehîd ket, Abdûlrakîp Aktaş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Aktaş got hevdîtina Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala ya bi cîgirserokên koma HDPyê Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken û Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder re kir, erênî dibînin.
Aktaş diyar kir ku ji bo çekdanînê derbasî heyameke gelekî girîng bûn û wiha axivî:
"Kurê min li çiyayê Hozata navçeya Tûnceliyê di pevçûna bi PKKyê re de şehîd ket. Em ev 15 sal in êşa vê yekê dikişînin. Bi saya pêvajoya çareseriyê ya ku ev du sal in dane destpêkirin, êdî ji herêmê xeberên şehîdan nayên, dayîk nagirîn. Ez wek bavê şehîdekî dixwazim ku êdî dayîk negirîn. Ez banga çekdanînê gelekî erênî dibînim û wek malbata şehîdekî piştgiriyê didimê. Em di serî de Birêz Serokomarê me spasiya her kesê ku piştgiriyê dide vê pêvajoyê dikin. Agir bi kezeba me ket bila êdî agir bi kezeba tu malbatê nekeve û tu malbat heman êşê nekişînin."
Kurmamê leşkerê şehîd, Vasîf Aktaş jî got ev 15 sal in wek malbat êşê dikişînin û banga çekdanînê gelekî girîng e.
Aktaş diyar kir ku êdî tu kes li hember hêstiran û rijandina xwînê tehemûlê nîşan nade û wiha axivî: "Em bi taybetî wek malbatên şehîdan piştgiriyê didin Pêvajoya Çareseriyê. Em dixwazin ku atmosfera aramî û ewlehiyê ya li herêmê berdewam bike."