Yasin Dikme
25 Tebax 2021•Rojanekirin: 27 Tebax 2021
Di rêjeya aşîkirina welatiyên ji 18 salî mezintir da li Şanliurfayê rêjeya doza ewil a aşiyê ji sedî 53,1ê welatiyan xistin û li Tirkiyeyê bi tenê Şanliurfa di kategoriya sor da ma. Alimên dîn ên li bajêr ji bo aşiyê bangî welatiyan kirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Şanliurfayê da hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê rêjeya aşîkirinê ya doza ewil ji sedî 75.16 e lêbelê li Şanliurfayê rêje ji sedî 53,1 e ji ber vê bajar di kategoriya sor a rîska zêde da ye.
Alimên Îslamê jî piştgirî dan hewlên zêdekirina rêjeya aşiyê ya teşkîlata tenduristiyê, yekeyên ewlekariyê, saziyên dewletê û saziyên civaka sivîl dimeşînin.
Bahaddîn Parlakçiyê hîndekarê Qursa Quranê ya Mewlanayê diyar kir ku Xwedê Teala di her mijarê da emir û qedexe eşkere kiriye da ku rê nîşanî merivan bide.
Parlakçi got Xwedê Teala her çiqasî nexweşî afirandibe jî ligel vê ji nexweşiyê ra derman jî afiradiye û wiha pê da çû:
"Hûn jî dizanin ku şewb jî ji wan nexweşiyan e. Dibê di vê mijarê da piştgiriyê bidin pêkanîn dewletê. Dibê guh bidin tevdîrên wekî rûpêç, mesafe û paqijiyê. Her Misliman mikelef e ku van pêk bîne. Aşî rêyeke wisa ye ku dibê her Misliman li xwe bixe, heke li xwe neke jî ew ê bibe berpirsyar. Wekî Misliman em bawer dikin ku musbet û menfî her tişt bi teqdîra Xwedê dibin. Em berpirsyar in ku guh bidin van rêgezan. Em ê aşî bibin û bi îzna Xwedê li benda şifayê bin."
Ahmet Demîrdoverê hîndekarê Qursa Quranê ya Hz. Îbrahîm Xelîlullah jî got wacib e ku li hemberî xetereyan tevdîrên xwe hildin û xwe biparêzin û wiha pê da çû:
Li gor ayetan wacib e ku dema nexweşî hebe û dermanê nexweşiyê hebe dibê derman bixwin. Eşkere bû ku dermanê vê nexweşiyê aşî ye. Jixwe dema nexweşî hebe û rîsk jî hebe ku meriv bi nexweşiyê bikeve li ser merivan wacib e ku tevdîran hilde. Niha li gor agahî û xeberan çare bi tenê aşî ye û dibê vê bikin."
Îzzettîn Aksanê alimê Îslamê jî bi Kurdî bang kir ku aşî bibin.