Li Şanliurfayê malbateke ku diçû eydaniyê, otomobîla wan qelibî û di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku hat bidestxistin, li ser kîlomêtroya 2yemîn a rêya Riha-Entabê wesayîta tîcarî ya sivil a ku plaqeya wê 63 VF 772 ye qelibî. Di qezayê de tevî şofêr Omer Çakmak, Esra, Naîle (12), Mistefa (5), Kenan (11) û Ayfer Çakmak birîndar bûn.
Ekîbên 112 Servîsa Bilez birîndar rakirin nexweşxaneyên li Şanliurfayê (Riha).
Hat fêmkirin ku malbata Çakmak ji bo eydaniya eqrebayên xwe diçûn Gazîentabê.