Li Bîracika navçeya Şanliurfayê minîbusek û wesayîtek li hev qelibîn. Di qezayê de jê yek giran 7 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan wesayîta ku şofêrê wê MetÎn Kose (49) û plaqeya wê 63 NL 494 li taxa Baglarbaşiyê bi wesayîta ku şofêrê wê Mehmet Yaşar (23) û pleqaya wê 27 AC 510 bû ve li hev qelibî.
Di qezayê de Zelîha (45) Mîkaîl (24) û Fevzî Yaşar (68) û Ulaş Ozdal (15) û Kadîr Sungur (36) birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîracikê. Hat ragihandin ku rewşa Fevzî Yaşar birîndar e.