Li Gazîentabê malbata Dogan a ku 6 zarokên wan hene lê ji ber ku nikarin kirêya xwe bidin ji mal hatin derxistin, xwe sipart qeraja xizmên xwe.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin xwediyê malê ji ber ku nekarîn kirêya xwe bidin Mehmet û Nûray Dogan ji mal derxistin.
Malbata Dogan a ku bi 6 zarokên xwe yên ku mezinê wan 10 salî ye li qeraja xizmên xwe ya li Taxa Daracikê bi cî bûn.
Mehmet Dogan diyar kir ku bi arîkariya cîranên xwe dikarin debara xwe bikin û got ku ev 4 meh in ku bêkar e, ji rayedaran arîkarî û kar dixwaze.
Nûray Doganê jî îdia kir ku li Parka Yavuzlarê kesên nasnameyên wan nediyar êrîşê wê kirin û got ku ji bo ku bikaribe zarokên xwe re dêyêtiyê bike li benda arîkariyê ye.