Müslüm Etgü
16 Tebax 2023•Rojanekirin: 17 Tebax 2023
Germahiya hewayê ya ku li seranserê welêt zêde ye û li Şanliurfayê jî tesîra xwe nîşan dide.
Şanliurfa di nav bajarên welêt da ji deverên herî germ yek e û ji ber germê jî acizî zêde ye.
Li bajêr germahiya hewayê bi termometreyê 44 pile nîşan dide û şêniyên bajêr ên li derva ne jî ji xwe ra li bin siyên dar û dîwaran disekinin.
Qelebalixiya li devera Gola Masiyan a Dîrokî lê ye gorî salên berê kêmtir e û germahî tesîra xwe ya neyînî li vê derê jî nîşan dide.
Hinek welatiyên ji germê aciz bûn jî bi armanca hênik bibin ketin hewzan, hinekan av bi ser û çavên xwe da kirin û hinek jî vexwarinên bi cemed û ava sûsê vexwarin.