Sayim Harmancı
16 Tebax 2023•Rojanekirin: 20 Tebax 2023
HAKKARÎ (AA) - Li Hekariyê qeşaya ser Çiyayên Cîloyê ji ber germbûna gerdûnî bi talûkeya tunebûnê ra rûbirû ne û hat ragihandin ku ji ber helîna qeşayê jî gola qeşayê mezin bû.
Geliyê qeşayê yê herî mezin ê Tirkiyeyê ku li ser Çiyayên Cîloyê ye û di navbera Hekarî û Yuksekovayê da ye bi biryara Serokomar va wek Parqa Neteweyî hatibû îlankirin lê ew qad ji ber germbûna dinyayê ra her diçe biçûktir dibe.
Du sal berê qad di nav deverên divê teqez bê parastin da hat bicîkirin û lê di vê sala dawîn da tê dîtin ku cemed heliyaye, qada qeşa lê heye biçûk bûye û devera gol lê ye fireh bûye.
Zanyarên ji bo xebatên lêkolînê diçin qadê dibêjin ku derz mezin bûne, li binê cemedan valahiyên mezin hene û dibêjin ku bila kes dernekeve ser cemedên li vê qadê û bi talûke ye.
Hîndekarê Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Hekariyê Prof. Dr. Mehmet Nurî Bodur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku heyama qeşagirtinê heta 2 milyon salî diçe û wiha domand: "Heyama qeşa girtinê car caran disekine û cemed dihele lê bi şoreşa pîşesaziyê va ev pêvajo zûtir dibe. Dema mirov li 10 salên dawîn mêze dike dibîne ku li çar aliyê dinyayê cemed dihelin û ji wan yek jî li Hekariyê ye û qeşaya li ser Çiyayên Cîloyê ji ber ku heliyaye golên li serê çiyê mezintir bûne û ev tê dîtin."