Haydar Şahin
18 Îlon 2019•Rojanekirin: 20 Îlon 2019
Li Şanliurfayê di çarçoveya çalakiyên "Hefteya Exîtiyê" da tirît li welatiyan belav kirin.
Di çarçoveya çalakiyên li hewşa avahiya xizmetê ya Yekîtiya Odeyên Esnaf û Zinaetkaran a Şanliurfayê hatin kirin da ji bo 5 hezar kesî tirît hat hazirkirin.
Welatî ji bo ji tirîtê hildin ketin dorê. Kesên tirît hildan li maseyên hatibûn amadekirin nanê xwe xwarin.
Mehmet Şefîk Bakayê Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Zinaetkaran a Şanliurfayê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku îkrama tirîtê wekî kevneşopî didomînin.
Bakay destnîşan kir ku Exîtî ji eslê xwe piştevanî û bihevrabûn e û wiha pê da çû: "Wekî salên din me dîsa li esnaf û welatiyan tirît belav kir. Ji eslê xwe Exîtî piştevanî û bihevrabûn e. Teşkîlata Exîtiyê ji kal û bavên me hatiye. Teşkîlat ji bo yekîtî û bihevrabûna esnafan hatiye avakirin. Em jî li gor vê armancê tevdigerin. Em ê vê misyona ku ji kal bavan hîn bûne ji nifşên nû ra bihêlin."