Haydar Şahin
27 Sibat 2020•Rojanekirin: 04 Adar 2020
Turîstên Erdexanê ziyaret dikin li ser Gola Çildirê ya zivistanê rûyê wê dicemide bi xizanga hespan digerin, govendê digrin û têra dilê xwe şa dibin.
Gola Çildirê ya di navbera Erdexan û Qersê da li Herêma Rojhilatê Anadoluyê piştî Behra Wanê gola herî mezin a duduyan e, rûyê golê zivistanê 40 santêm buz digre.
Her çiqas rojên nav hefeteyê bin jî turîstên tên herêmê di hewaya tavî da li xizangên hespan siyar dibin û li ser cemedê govend digrin.
Li ser Gola Çildirê kêfa xizanga hespan
Gulîz Yaldiza ziyaretvan diyar kir ku ji Edeneyê hat herêmê.
Yaldizê got dibê her kes rûyê cemidî yê Gola Çildirê bibîne û wiha axivî: "Li vê derê rih heye, dîrok heye. Dema li vê digerim em vê dibînin. Em her tim bi malbatî tên li vê derê digerin. Dibê xweşikahiya tebiî ya vê derê baş were nirxandin."
Tekîn Akçayê xwediyê xizanga hespan diyar kir ku di van rojên dawîn da li golê qerebalixî heye û wiha axivî: "Îro bi taybetî turîstên ji Edeneyê hatine hene. Em bi mêvanên xwe ra li xizanga hespê siyar dibin muzîkê lê dixin û govendê digrin. Armanca me ew e ku mêvanên me rojeke wisa derbas bikin ku vê derê qet ji bîr nekin."