Rûyê Gola Çildirê bi tevahî cemidî, welatî guh nadin berfê û bi xizangên hespan ve li ser golê digerin.
Gola Çildirê li Herêma Rojhilatê Anadoluyê di mezinahiyê de gola 2yan e. Rûyê golê bi tevahî cemidî. Qalindahiya cemedê li hin cihan xwe digihîne 40 santêmî. Tûrîstên ji welêt û derveyî welêt guh nadin berf û bagerê bi xizangên hespan digerin û wêneyan dikşînin.
Tekîn Akçayê xwediyê xizanga hespê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku nanê xwe ji berf û sermayê bi dest dixin û wiha axivî: "Rojên din jî wekî niha berf dibare lê belê em li vê derê ne û li ser cemedê ne. Bira hema welatî bên û Gola Çildirê bibînin. Di şertên zor de jî em dikarin wan bigerînin. Bira mêvanên me jî tebîeta bêhempa bibînin. Di rojên bi tav de dîmenên cuda hene di rojên bi berf de dîmenên cuda."
Akçay got ku tebîeta golê zehf xweş e, bi xizangan hem nanê xwe bidest dixin hem jî Gola Çildirê didin nasîn.
Tuncay Aydemir jî diyar kir ku ev 15 sal e vî karî dike, di gerekî de 20 lîreyî qezenc dike lê armanca wan a ewil nasandina golê ye.