Aydın Arik,Ömer Yasin Ergin
03 Îlon 2022•Rojanekirin: 07 Îlon 2022
Şikeftên Birqleynê yên li Liceya navçeya Diyarbekirê him bi xweşî û him jî bi hênikayiya xwe va balê dikişînin.
Şikeftên Birqleynê ku di demên berê da ji bo merivan jîngeh bûne û van rojên germahiya hewayê ji 40 pileyî zêdetir e ji ber hênikayiya xwe gelekî kelebalix in.

Herêm piştî ji terorê hat paqijkirin eleqeya li serê zêdetir bû û kesên diçin dîtina şikeftan jî zêde bûn.
Mêvanên tên herêmê him seyranê dikin û him jî dikevin ava ji nav şikeftan tê û soberiyê dikin.

Cîhan Yolagelenê ji Bîngolê tevlî hevalên xwe hatibû serdana herêmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ligel germbûna hewayê herêm hênik e û loma hê zêdetir balê dikişîne.
Yolagelen destnîşan kir ku ji Diyarbekir û Bîngolê gelek kes tên herêmê û di heman demê da ev der wek qada seyranê jî tê emilandin.