Müslüm Etgü
03 Îlon 2022•Rojanekirin: 06 Îlon 2022
Li Şanliurfayê çêkirina salçeya îsotan ku li herêmê jê ra dibêjin "rîçala îsotê" dest pê kir.
Welatî îsotên ku biharê datînin havînê kom dikin û bi kamyonan dibin bazarê.

Bi taybetî jin îsotên ku ji bazarê dikirin piştî ji hev diqetînin perçe dikin û demekê li ser naylonan radixin. Jin, di pey ra îsotan li makîneyê dixin û gorî rewşê 3-5 roj di hewzan da li ber tavê dihêlin.
Salçeya îsotan him dikeve nava xwarinê û him jî zivistanê di taştê da yan di nava rûnê zeytûnan da tê qijilandin yan jî hêk pê da tê şikênandin.

Îsa Işikayê îsotan diçîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi meha Tîrmehê ra îsot derdikevin û ji bona çêkirina salçeyê tên emilandin.
Işikay destnîşan kir bi taybetî jin îsotên ku ji bazarê dikirin piştî ji hev diqetînin perçe dikin û demekê li ber tavê dihêlin û wiha axivî, "Çawa rîçala qeysî, hêjîr û qeresiyan heye xelkê Şanliurfayê jî rîçala îsotan çêdikin. Rîçala wan şirîn e û ya me tûj e, lê ev tûjiya herî şirîn e."

Muhammed Bakir Mermer jî diyar kir salçeya îsotê li Şanliurfayê xwarineke edetî ye û wiha got, "Li herêmê ji vê salçeyê ra dibêjin 'rîçala îsotê'. Em heya dervayî welêt jî dişînin. Em ê di rojên pêş da li ser înternetê jî jî dest bi firotianê bikin."